Cenazeyê Hevserokê berê yê PJAK’ê Şehîd Hacî Ehmedî li ser wesyeta wî li Şehîdgeha Qendîlê bi merasîmeke heybet hate veşartin.
Cenazeyê Hevserokê pêşî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Abdulrehman Hacî Ehmedî bi Hacî Ehmedî tê nasîn li Binarê Qendîlê bi merasîmekê li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr hate veşartin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.
Di merasîmê de Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûmînî axivî û got: “Hevrê Hacî ruhekî ciwan, şoreşger û dîrokî bû. Hemû jiyana xwe fedayî azadiya gelê xwe û welatê xwe kir. Heta dawiya jiyana xwe têkoşîn kir. Niha li cihê têkoşeran wî dispêrin axê.”
Her wiha peyama KCK’ê jî ji aliyê Kara Mehmûd ve hate xwendin û ev hate gotin: “Îro Qendîl pêşwazî li bazekî din ê welat ku hemû temenê xwe ji bo azadiya Kurdistanê feda kiriye, dike.
Li ser navê malbatê jî Lence Xurşîd peyamek da û got: “Em îro li Qendîla serbilind in.
Silavên hevrê Hacî digihnînin we.
Ev cî, cihê ku tim hevrê Hacî digot; ‘Roja azadiya gelê Kurd li vir bilind dibe.”



