Rûsya ragihand ku hêzên wê bajarokek li herêma Sumy a Ukraynayê kontrol kir û îdia kir ku Ukrayna êrişan li ser binesaziya enerjiyê didomîne. Ukraynayê jî dibêje ku herî kêm 2 kes hatine kuştin.
Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku hêzên wan bajarokê Pasivka yê li Sûdyayê kontrol kiriye û got:
Li 12 cihên din hêzên me êrişî hêzên Ukraynayê kirine.
Wezaretê îdia kir ku tevî peyama rawestandina demkî ya êrişên li ser tesîsên enerjiyê, lê Ukrayna êrişên li ser binesaziya enerjiyê ya Rûsya didomîne û wiha bi lêv kir:
Hêzên Rûsya bi şev bi rêya çekên dûravêj û balafirên bêmirov êrişî baregeha çekdarî ya navendî a topan û kargeheke çêkirina dronan ên li Ukraynayê kiriye.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî anî ziman ku di demên dawîn de êrişên Rûsya yên li ser welatê wî zêde bûne û sedema vê yekê spart ku zextên li ser Moskovê têrker nîn in.
Zelensky li ser Facebookê got:
“Hejmara êrişên hewayî her ku diçe zêde dibe. Ev jî niyetên rasteqîn ên Rûsyayê piştrast dike, madem cîhanê destûr daye wê dê belavkirina tirsê bidomîne.”
Rayedarên Ukraynayê duh ragihandibû ku di êrişên hêzên Rûsya de li Kîevê herî kêm kesek hatiye kuştin û 2 kes birîndar bûne, li başûrê welat jî kesek hatiye kuştin.



