Xelkê Siwêdayê ku li Humsê li ser bendeke kontolê ya desthilata Şamê ve hatibûn girtin, piştî hatin berdan parêzgerê Siwêdayê yê girêdayî desthilata Şamê bi tundî rexne û şermezar kirin.
Şemiya borî 20 welatiyên Siwêdayê dema berê xwe didan Reqayê li Humsê hatibûn girtin.
Li wir rastî gefê kuştinê, êşkence û êrişên bi gotinan hatin.
Ew kes piştî hatin berdan li gel parêzgerê Siwêdayê yê desthilata Şamê Mustefa Bekor civiyan.
Beşdaran diyar kirin ku hin ji wan kesên hatin berdan ji ber êşkence û lêdanên giran nikarin beşdar bibin û gotin:
“Li benda kontrolê ya Humsê û girtîgeha Harim binpêkirin hatine kirin.
Rejîma niha, ji aliyê hovîtî û binpêkirinên mafên mirovan, ji ya berê ne cudatir e.”
Ciwanekî jî şopên şewitandina çixareyan li ser laşê xwe nîşanî parêzgerê Mustefa Bekor kir.
Her wekî beşdaran destnîşan kirin ku di girtîgeha Harim de girtiyên mêr û jin ên elewî hebûn, hin jin jî di girtîgehê de li ber welidînê ne.
Mustefa Bekor jî îdia kir ku ew ê bûyerê bi şopîne û kesên sûcdar bi tensîqa desthilata Şamê re ceza bike.
Di dawiyê de beşdaran xwestin ev bûyer ji aliyê komîteyên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan bê şopandin.



