Piştî qutkirina ava çemê Xabûrê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, cotkarên Şedadê dest bi lêgerîna alternatîfan kir.
Cotkaran bîrên avê kolan û pergalên enerjiya rojê bi kar tînin.
Ji ber pirsgirêka ziwabûnê dijwar, bi taybet ji ber kêmbûna barîna baranê, her wiha ziwabûna ava çemê Xabûrê, cotkar zehmetiyan dikişînin.
Ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê, gelek cotkaran xwe spartin çareseriyên alternatîf, wek kolandina bîrên avê û bikaranîna enerjiya rojê ji bo xebitandina pergalên avdanê.
Di vê çarçoveyê de cotkarê bi nav Feysel El Hemûd ê ji Şedadê, behsa ezmûna xwe ya bikaranîna vê teknolojiya nûjen kir û got:
“Sîstema enerjiya rojê, lêçûnên xebitandinê bi awayekî berbiçav kêm kiriye.
Bi saya enerjiya rojê em niha dikarin trumpên avê yên bi hêz bikar bînin.
Ezmûna me ya bikaranîna enerjiya rojê ji bo başkirina avdanê di hemû werzên çandiniyê serkeftî bû.”



