HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir.
HPG got, “Em ê bîranîna hevrêyê xwe Dilmaf bikin hinceta têkoşînê û teqez armancên wî pêk bînin.”
HPG’ê ji malbata şehîd û hemû gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û anî ziman ku ew ê bibin layiqê şehîdan û têkoşîna wan bigihînin serketinê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê şehîd Dilmaf Efrîn eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku Dilmaf Efrîn 6’ê Sibata 2025’an di encama teqîneke ji ber qezayekê çêbûyî de, şehîd bû û got:
“Zarokê hêja yê Efrînê, milîtanê Apoyî hevrê Dilmaf bû yek ji hezaran milîtanên fedayî yê ku navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.
Hevrêyê me bi îdîa û biryardariyeke mezin her wezîfeya li ser esasê pîvanên Partiyê bi cih anî û bû meşaleyeke ku wê her tim rêya me ronî bike.
Hevrêyê me Dilmaf milîtanekî Apoyî bû ku bi saya baweriya xwe ya ji bo Rêber Apo û Partiya me û bi dilsoziya xwe ya ji bo nirxên azadiyê yên gelê me, bawerî da hemû hevrêyên xwe.
Di nava xebatên ku ji bo Partiya me pir girîng de, cih girt.
Hevrêyê me Dilmaf bi dirûstî, samîmiyet û tarzê xwe yê jiyana fedayî, bû xwedî tevlîbûneke layiqê baweriya hevrêyên xwe.”
HPG: Şehîd Dilmaf xebatên xwe bi serkeftî bi cih anî
HPG’ê destnîşan kir ku şehîd Dilmaf hemû wezîfe û xebatên xwe bi serkeftî bi cih anî û wiha domand:
“Berê hevrêyê me timî li qadên ku şer lê dijwar bû, hevrêyên xwe yên li tunelên berxwedanê hîs kir û ket nava hewldanê ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike.
Hevrêyê me bi vê taybetmendiya xwe ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate hezkirin û rêz û hurmet qezenc kir.
Bi şehadeta xwe hevrêyên xwe pir xemgîn kir.
Em ê her tim hevrêyê xwe Dilmaf bi xebatkarî, rûkenî û kesayeta wî ya dirûst bi bîr bînin. Em ê bîranîna wî bikin hinceta têkoşînê û teqez armancên wî pêk bînin.”
HPG’ê ji malbata şehîd, gelê Efrînê û hemû gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û anî ziman ku ew ê bibin layiqê şehîdan û têkoşîna wan bigihînin serketinê.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:
Nasnav: Dilmaf Efrîn
Nav û Paşnav: Xelîl Cuma
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik: Nura
Navê Bav: Reşîd
Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Sibata 2025’an / Garê



