Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Îran û Amerîka roja Şemiyê li Omanê hevdîtinên “nerasterast” li asta bilind dikin.
Wezîrê karên derva yê Îranê Ebas Iraqçî li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê Îran û Amerîka roja şemiyê li Omanê ji bo hevdîtinên nerasterast bicivin.
Iraqçî hevdîtinên li gel rayedarên DYA’yê wekî derfetekê pênase kir û got:
“Hevdîtin bi qasî ku ezmûneke derfetek e.
Gog di stadyuma Amerîkayê de ye.”
Her wiha berî çend saetan ji daxuyaniya Iraqçî, serokê DYA’yê Donald Turmp ragihand ku welatê wî dê dan û standinan bi rayedarên Tehranê re bike.
Li gorî medya fermî ya Îranê, hevdîtin dê bi serpereştiya Ebas Iraqçî û nûnerê Amerîka Steve Witkoff birêve biçe.
3 rayedarên îranî yên agahdar ji rojnameya The New York Times re gotin:
“Nûnerên Tehran û Washington dê roja Şemiyê ji bo dan û standinên ne rasterast li Omanê bicivin.”
Rayedaran diyar kirin ku têgihîştina Tehranê ji cewherê van dan û standinan hinekî ji daxuyaniyên Trump cuda ye û wiha bi lêv kirin:
Wê her du alî li odeyên cuda rûnin.
Dîplomatên Omanî berpirsên ragihandina peyaman di navbera wan de ne.



