Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric diyar kir ku ji destpêka operasyonên Îsraîlê yên nû li Xezayê, nêzî 400 hezar filistînî koçber bûn.
Artêşa Îsraîlê li rojavayê bajarê Dêr Belehê yê naverasta Xezayê malek bombebaran kir.
Di encamê bombebaranê de bi kêmanî 9 kes hatin kuştin û birîndar jî hene.
Li gorî medya Filistî, li bakurê rojavayê bajarê Xezayê jî malek ji aliyê Îsraîlê ve hat bombebarankirin.
Di encama vê bombebaranê jî 5 kes hatin kuştin.
Her wiha hate ragihandin ku Îsraîl herêmên li bakurê bajarê Refehê taxên Şûcaiyê û Zeytûn bi obîsan kirin hedef.
Berdevkê NY’ê Stephane Dujarric got:
“Ji dema ku Îsraîlê operasyoênên xwe ji nû ve dan destpêkirin di kêmî 3 heftiyan de, nêzî 400 hezar kes ji Xeza koçber bûn.”
Berdevkê NY’yê diyar kir ku ji bo silametî û jiyana koçberan tu tedbîr nehatine girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ku Îsraîlê di 18’ê Adarê de careke din operasyonek li dijî Xezayê da destpêkirin.



