Duh serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî hevdîtin kirin.
Di rojevê de Sûriye, Tirkiye, Îran û Xeza hebû.
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ew naxwazin Tirkiye, Sûriyê weke qadeke êrişan a li dijî Îsraîlê bikarbîne.
Di demeke ku rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê de zêde buye û plan û hesabên Tirkiye û Îsraîlê yên li ser Sûriyê tên niqaşkirin de, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li Qesra Spî hevdîtin pêk anîn.
Piştî hevdîtinê her du serokan civîna çapemeniyê ya hevbeş lidarxistin û bersiva pirsên rojnamevanan dan.
Netanyahû: Em naxwazin Tirkiye Sûriyê weke qadeke êrişan li dijî Îsraîlê bikarbîne
Mijarên sereke yên di rojevê de Îran, Sûriye û Xeza bû.
Netanyahû ragihand ew naxwazin Tirkiye Sûriyê weke qadeke êrişan a li dijî Îsraîlê bikarbîne û wiha got,
“Bi Trump re em ji bo pêşîgirtina şer û pevçûnê divê çi bê kirin axivîn.”
Netanyahû diyar kir têkiliyên wan ên bi Tirkiyê re xirab bûne û îşaret pê kir ku Serokê Amerîkayê dikare navbeynkariyê bike.
Trump: Li hevkirina bi Îranê ji ya tê zanîn kirinê çêtire
Trump derbarê mijara danûstandinên bi Îranê re jî axivî û diyar kir hevdîtinên rasterast yên bi Tehranê re didomin û da zanîn roja şemiyê wê hevdîtineke di asta jor de pêk were.
Trump diyar kir dibe ku ew bi Îranê li hev bikin û got, “Lihevkirin, ji ya tê zanîn kirinê çêtire.”
Netanyahû: Em û Hamas li ser peymaneke nû dixebitin
Li aliyê din beşeke girîng ya nirxandinên her du lîderan li ser şerê li Xezayê bû
Netanyahû ragihand ku ew li ser serbest berdana dîlgirtiyên li Xezayê axivîne û û diyar kir ew bi Hamasê re li ser peymaneke nû dixebitin.
Netanyahû eşkere kir jinûavakirina Xezayê wê bi salan dirêj bike û got, Trump ji bo Xezayê xwedî vîzyonekê ye û ew bi hevre li ser vê yekê dixebitin.
Trump jî pêşniyara xwe ya derxistina Filistiniyan ji Xezayê dubare kir.



