YPJ’ê ragihand ku şervana wan Gerîlla Qamişlo 20’ê Adara 2024’an de li Til Rifatê di encama qezayekê de şehîd bûye.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî şehadeta şervana xwe Gerîlla Qamişlo (Şêrîn Fetah) daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:
“Şoreşa Azadiyê ji bo parastina nirxên civakî dilên wêrek diwelidîne.
Ji bo bi destxistina jiyaneke wekhev têkoşîneke bêhampa tê dayîn. Di nava refên azadiyê de şervanên YPJ’ê bi destanên xwe yên lehengiyê pîvanên rast yên jiyaneke bi rûmet şênber dikin.
Hevrêya me Şêrîn Fetah bi nasnav Gerîlla Qamişlo li bajarê Hesekê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe.
Şoreşa azadiyê nifşeke xwedî lêgerîn û îdealên bilind yên jiyana azad afirand, ji ber wê jî jin û ciwan di nava refên şoreşê de bi ked û fedakariyeke mezin têkoşîn dikin.
Hevala me Gerîlla di sala 2021’an de bir biryardariyeke bilind berê xwe dide nava refên YPJ’ê. Girêdanbûn û heskirina ji Rêber Apo re di tevlîbûna hevrê Gerîlla da risteke diyarker dileyze.
Di temeneke ciwan de têgeha wext da aliyekî û di demeke pir kurt de hem di warê leşkerî hem jî warê birdozî de xwe pêşxist. Her kêliya jiyana xwe weke mîlîtaneke Apoyî bi sekna xwe ye dilnizm û fedakar jiya.
Hevrê Gerîlla di nava hevrê yên xwe de bi coş û kelecana xwe ye ji jiyanê re dihate nasîn.
Weke mîlîtaneke jin xwe di stratejiya şer de xwe kur û weke sekvaneke jin bi rol û mîsyoneke girîng rabû.
Bi rûheke berpirsiyar ji bo parastina destkeftiyên şoreşê herdem çalak bû.
Hevrêya me Gerîlla Qamişlo dema li ser erka xwe bû, di dîroka 20.03.2024’an de li Til Rifat di encama qezayekê de şehîd bû.
Em di serî de ji bo malbata hevrê Gerîlla û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Em weke YPJ herdem li pey doza şehîdên xwe ne, em soza bilindkirin û geşkirina têkoşîna azadiyê nû dikin.”
Nasnameya Şehîd

Nav û Paşnav: Şêrîn Fetah
Nasnav: Gerîlla Qamişlo
Navê Dayîk: Macîde
Navê Bav: Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: 20.03.2024, Til Rifat.



