Li Sirînê bi sedan şêniyan bi merasîmekê şehîd Ebid Selamê oxir kir.
Şêniyên bajarê Sirînê yê kantona Firatê, şervanê QSD’ê şehîd Ebid Selamê (Ebid Elmûxîs Selamê) ku 15`ê Çileyê li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîdan a Sirînê spart axê.
Li pakrewangehê piştî rêzgirtinê Ezîz Ehmed axivî û got QSD ji bo tevahî Sûriyeyê li ber xwe dide û wiha dewam kir: “Em şehîdên xwe oxir dikin, her şehîdek jî ji bo tevahî Sûriyeyê li ber xwe dide.
Tu ferq di navbera Kobanê û Helebê de tune ye, tu ferq di navbera peravên Sûriyê û Efrînê de tune ye, hemû axên Sûriyeyê ne.
Di nava QSD’ê de pirrengî heye û em ê bi wê pirrengiya xwe bi ser bikevin.”
Mihemed Receb jî got: “Şehîdên me bi xwîna xwe destan û dîrok ji nû ve nivîsandin. Wan bi destê xwe jiyaneke azad ji me re hilbijart.
Em ê jî heta dawiyê li ser vê rêyê bin û em ê heta dawiyê jî xwedî li destkeftiyên wan derkevin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî kirin. Şehîd bi dirûşman hate veşartin.



