Jinan di civînekê de ku ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve li li bajarê Amûdê hate lidarxistin, peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo jinan gotûbêj kir.
Di civînê de endama Meclisa Jinan a PYD`ê ya kantona Cizîrê Nesrîn Tahir peyama Rêber Abdullah Ocalan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê xwend.
Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Nicûde Faris naveroka peyamê ku tê de banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civakeke demokratîk cih girtibû, nirxand.
Nicûd Faris diyar kir ku destûra nû ya Sûriyê jinan ji beşdarbûna di avakirina siberoja Sûriyê de dûr xistiye û got: “Em daxwaza destûreke ku mafên jinan biparêze û azadî û serxwebûna wan misoger bike, dikin.”
Beşdarên civînê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ramanên jinan guhertine û bang li jinan kir ku li dijî îdeolojiya baviksalar a ku rola wan sînordar dike û pêşketina jinan asteng dike, tê bikoşin.
Di dawiya civînê de beşdaran banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê kir da ku jin destûreke ku mafên wan biparêze saz bikin.



