Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan, li meclisa Tirkiyê di civîna koma partiya xwe de axivî û diyar kir divê mafê hêviyê yê Rêber Apo pêk were.
Bakirhan bal kişande li ser banga Rêber Apo ya ku zêdeyî 40 roj bi ser re derbas bû û got, “Di mijara gavavêtinê desthilat giran tevdigere û baweriyê nade civakê.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiya xwe a li meclisa Tirkiyê de banga dîrokî ya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kirî û helwesta dewleta Tirk ya di vê mijarê de nirxand.
Bakirhan: 40 roj bi ser banga Birêz Ocalan re derbas bû
Bakirhan diyar kir pirsgirêkên demokrasî, edalet û aştiyê mijarên lezgîn in û nabe ku bên derengxistin.
“Di ser bangê re 40 roj derbas bûn. Gelên Kurd û Tirk li dora aştiyê kom bûye. Bi mîlyonan li qadan piştgirî dan banga birêz Ocalan. Niha çavê cîhanê li gavên dewlet û desthilatê ye.”
Bakirhan:Desthilata Tirkiyê di gavavêtinê de giran tevdigere û baweriyê nade civakê
Bakirhan da zanîn di mijara gavavêtinê de dewleta Tirk giran tevdigere û baweriyê nade civakê.
Çimkî, li hêlekê behsa aştiyê dike û li hêleke din tecrîda li ser birêz Ocalan ranake.
“Ev nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan ji bo çareseriyeke mayinde dixebite. Lê ev hewldanên desthilatê hem gelê Kurd hem jî her kesên ji çareseriyê bawer dikin, dixe nava fikaran.
Em di qonaxeke dîrokî de ne û divê gav bên avêtin.”
Bakirhan: Divê mafê hêviyê yê Birêz Ocalan bikeve rojevê
Hevserokê Dem Partî destnîşan kir ku gerek di warê mafên hêvaiyê yê Birêz Ocalan de, dewlet tev bigere û şer mercên jiyanî yên Îmraliyê sererast bibin.
Her wekî ji Parlamentoya Tirkiyê jî xwest ku bi lez gavan bavajê û qanûna têkoşîna li dij terorê were guhertin.



