Serdozgerê Giştî yê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê Mihemed Rêkanî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê gilî kir.
Gilînameya Mihemed Rêkanî ya ji Serdozgeriya Herêma Federal a Kurdistanê re şandî wiha ye:
“Serweriya axa Herêma Kurdistanê di çarçoveya serweriya axa welatê Iraqê de ye.
Her binpêkirina li ser herêmê bê kirin, tê wateya binpêkirina destûra Iraqê.
Erka Serokkomarê Iraqê ew e ku serweriya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê biparêze.
Divê serokkomar û serokê hikûmeta herêmê li gorî yasayê tevbigerin.
Li gorî ew dîmenên ku derdikevin leşkerên artêşa Tirk a li ser axa Kurdistanê rê li ber welatiyên sivîl ên Kurdistanê digirin ku biçin ser cih û gundên xwe.
Ev yek tê wateya binpêkirina destûra yasayî ya Iraq û Herêma Kurdistanê.
Li gorî yasaya heyî li dijî vê van binpêkirinan û aliyên xemsariyê bikevin nava liv û tevgerê.”



