Ji sala 2012’an ve bajarê Şedadê rûbirûyî pirsgirêka ava vexwarinê ye.
Lê piştî ku ava stasyonan hat şêrînkirin êdî rewş baştir bû û şêniyan karîbûn ava paqij werbigirin.
Ava bîran şor bû û ji bo bikaranîna mirovan ne guncaw bû, ji ber wê jî şêniyan ji bo peydakirina avê, bi sahrîcan ji deverên dûr dianîn.
Vê yekê ji aliyê aborî ve barê wan girantir dikir.
Der barê vê mijarê de, xwediyê stasyona şêrînkirina avê Celal El Dexîl got:
“Ev proje xizmetî bajêr û gundên wê dike.
Armanc jê peydakirina ava vexwarinê ji şêniyan re û hêsankirina anîna avê ji xwediyên sahrîcan re ye.
Projeya şêrînkirina avê gaveke erênî ya ber bi pêşxistina rewşa tenduristî û civakî ve ye.
Vê projeyê pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê ku bandoreke nerênî li jiyana welatiyan dikir, çareser kir.”



