Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn ku eger Îran bi rêya dîplomatîk mijara çekên nukleer çareser neke, wê demê tiştek li pêşiya me tune ye ji bilî rêya leşkerî.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî serdana wî ya Amerîkayê û hevdîtina wî bi serokê Amerîka Donald Trump re daxuyaniyeke da.
Di daxuayniyê de got:
“Di derbarê Îranê de min ji Truamp re ragihandine ku nabe Îran bibe xwedî çekên nukleerî.
Ev yek dibe ku bi rêya dîplomasiyê were çareserkirin.
Eger nebe û Îran danûstandinan dirêj bike, wê demê bijardeyek dimîne, ew jî birêya leşkerî ye.”
Her wiha li ser rewşa Sûriyê û hebûna dewleta Tikiyê Netanyahu wiha anî ziman:
“Tirkiyê dixwaze li ser xaka Suriyê baregehên xwe ava bike, ev yek ji bo Îsraîlê metirsiye.
Em li dijî vê yekê ne û em ji bo wê dixebitin.
Di dawiyê de Netanyahu ji Trump diyar kir ku eger pêdiviya Îsraîlê bi alîkariya Amerîka hebe, wê demê wê Netanyahu bi Trump re biaxive.



