Desteya Wezîran ya Iraqê li hev civiya.
Di civînê de hate ragihand ku roja 11’ê Mijdarê hilbijartina Parlamentoya Iraqê bê lidarxistin.
Li gorî medya Iraqê Desteya Wezîran ya Iraqê îro civiyaye.
Hate zanîn ku di civînê de Desteya Wezîran ya Iraqê bi piraniya dengan, 11’ê Mijdara 2025’an ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê diyar kiriye.
Hêjayî gotinê ye ku beriya niha Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihandibû ku ew amadekariyên hilbijartinê dikin û dema roja wê hat diyarkirin, ewê hilbijartinan lidarbixin.



