Bi wesîleya Roja Pirtûkan a Cîhanê û rojbûna rêber Apo, Koma Piştgiriya Kurdistanê li bajarê Coimbra yê Portekîzê, çalakiya dilsoziya bi têkoşîna gelên li Kurdistanê re lidarxistin.
Di çalakiyê de belgefîlmek li ser dîroka tevgera azadiya Kurd hate pêşkêşkirin.
Piştre rewşa siyasî ya Kurdistanê, pêvajoya nû ya aştiyê û rola Rêber Apo di vê pêvajoyê de hate nîqaşkirin.
Di dawiya çalakiyê de komê di vîdyoyekê de peyamek parve kir û got:
Bi boneya Roja Pirtûkan a Cîhanê û rojbûna rêber Apo, me bi gelê kurd û dostên wan re çalakiya hevgirtinê pêk anî.
Di vê qonaxa dîrokî ya guhertinên mezin ên li Kurdistanê û bi giştî li Rojhilata Navîn de, em piştevaniya xwe nîşanî gelên Kurdistanê yên ku ji bo azadî û xwerêvebirina xwe têdikoşin dikin.
Bêyî azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyê ev azadî pêk nayê.
Ji bo azadiya hemû gelên bindest ên li Kurdistan û hemû cîhanê, Hevgirtina Enternasyonalîst pêwîste.



