Hêzên Dijnarkotîkê 2 bazirganên madeyên hişbr ku çek jî bi wan re hebûn li Reqayê girtin.
Asayîşê ragihand ku ev operasyon roja 8’ê nîsanê pêk anîne û di encamê de 2 bikrhêner û bazirganên madeyên hişbir zeft kirine.
Asayîşê got ku ev yek di çarçoveya hewldanên dewam yên parastina civakê ji bandorên wêranker ên van madeyan pêk hat.
Li gor daxuyaniyê di destê wan kesan de madeyên hişbir û çek hatin dîtin û destserkirin.
Asayişê anî ziman ku ji bo temamkirina lêkolînan û li gorî qanûnên heyî herdu kes ji bo Dozgeriyê hatin şandin.
Her wekî piştrast kir ku ew ê xebatên xwe yên têkoşîna li dijî bazirganiya madeyên hişber û bikaranîna wan bidomînin.
Di heman demê de Asayîşê xwest ku bila civak jî destê alîkariyê bide wan da rê li ber belavbûna van madeyan bigirin.



