Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyên Wezîrê Çandê yê desthilata Şamê yên derbarê zimanê Suryanî de şermezar kir û tekez kir ku ev daxuyanî “Ramanê totalîter û dûrxistinê nîşan didin.”
Desteya Çandê û Şûnwaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek da û nêrînê û daxuyaniyên Wezîrê Çandê yê desthilata Şamê yên têkildarî zimanê Suryanî şermezar kir.
Daxuyanî bi sê zimanan Erebî, Kurdî û Suryanî li ber avahiya Desteya Çand û Şûnwaran ya kantona Reqayê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Daxuyaniyên Wezîrê Çandê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, agahiyên nerast ên dîrokî di derbarê zimanê Suryanî û koka navê Sûriyê de cih digirin.”
Wezîrê Çandê yê desthilata Şamê di hevpeyvîneke televizyonê de ragihandibû ku zimanê Suryanî “zaravayeke kevnar a Erebî ye”.
Desteya Çandê û Şûnwaran diyar kirk u ev nêrîn ti bingeha wê yan zanistî û dîrokî ya pêbawer nîne” û “binpêkirina eşkere ya nasnameya zimanî û çandî ya gelê Suryanî-Asûrî ye, ku yek ji gelên herî kevnar ê herêmê ye”.
Daxuyaniyê tekez kir ku: “Zimanê Suryanî zimanekî Semîtîk yê serbixwe ye û girêdayî şaxê Aramî ye, û dîrokeke wê ya bibelgekirî ya bi hezar salan heye.”
Daxuyaniyê destnîşan kir ku daxuyaniyên hatine dayîn “Ramanê totalîter û dûrxistinê nîşan dide”, û bang li desthilata Şamê kir ku derbarê van mijaran de hişyar bin, “şaşiyên rêjîma Baas” dubare nein û rêzê li cihêrengiya çandî, zimanî û olî li Sûriyeyê bigirin.



