Bi sedan xelkê bajarê Dirbêsiyê sersaxî da malbatên her du şehîdan Ferhad Dirbêsiyê û Mazlûm Dirbêsiyê û got ew ê rêça şehîdan bişopînin û têkoşîna wan bidomînin.
Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wî berê xwe da bin konê sersaxiyê yê her du şehîdên “Hêzên Komandos” ên girêdayî QSD’ê şehîd Ferhad Dirbêsiyê (Rojhat Omer) û Mazlûm Dirbêsiyê (Mehmûd Ehmo) û sersaxî da malbatên her du şehîdan. Her du şehîd 21’ê Çileyê di berxwedana Bendava Tişrînê de di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbûn.
Koneke sersaxiyê li taxa rojhilatê bajarê Dirbêsiyê û yek jî li gundê Til Gidîş ê bajêr hatin vedan. Nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, meclisên sivîl û leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên ji partiyên siyasî û çalakgerên civakî beşdar bûn.
Li bin konê sersaxiyê yê şehîd Rojhat Omer endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xalid Hesen axivî û diyar kir ku şehîdan di oxira azadî û rûmetê de canê xwe da, lê li beramberî wê divê ev mîrasa fedakarî bi têkoşîneke xurt were parastin.
Li ser navê Hêzên Parastina Civakî (HPC) li Dirbêsiyê Ebdulbaqî Ebdurehman axivî û diyar kir ku berxwedana Bendava Tişrînê li hember planên dewleta Tirk a dagirker mertaleke xurt bû hêza dijmin têk bir.
Her wiha endama Kongra Star a Dirbêsiyê Bedîe Erebo diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira parastina mafên xwe yên jiyîna azad û rûmet de bi hezaran şehîd dan û got ew di piştgiriya QSD’ê û YPJ’ê de heta têkbirina dagirkeriyê û pêkanîna serkeftinê de dewam dikin.
Bavê şehîd Rojhat, Salih Omer jî axivî û got: “Kurê min di oxira welat û gel de şehîd bû. Ez ê heta dawiyê li ser rêça şehîdan bim.”
Li bin konê sersaxiyê yê şehîd Mehmûd Hemo ku li gundê Til Gidîş hatiya vedan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hemîd Meîş axivî û got berxwedana Bendava Tişrînê bingehek ji şerê gel ê şoreşgerî re ava kir û peyameke zelal da dewleta Tirk a dagirker ku vîna gelan nayê têkbirin.
Her wiha endama Kongra Star a bajarokê Xenamiyê Besê Mihemed li ser girîngiya berdewamkirina têkoşîna û yekitiya li dijî dijmin axivî.
Li aliyekî din jî dotmama şehîd Mehmûd, Selwa Hemo jî axivî û diyar kir ku malbatê 3 şehîd dan û di oxira azadî û rûmeta gel de n dudilî ye ku şehîdan bide.
Di dawiyê de beşdarên her du konan diyar kir ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan ên pêkanîna civakeke azad, demokrat û pirreng li ser rêça şehîdan bin.



