Li cîhanê di navbera Amerîkayê û gelek welatên din de şerê bazirganiyê zêde buye. Amerîkayê baca gumrukê ya li ser berhemên cînê derxiste ji sedî 104.
Çînê jî bi ji sedî 84 bersiv da.
Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku ewê bersiva Amerîkayê bidin ku ji sedî 20 bac li ser berhemên wan pêk aniye.
Şerekî bazirganiyê li cîhanê li ba dibe û hêzên herî mezin şerê hev dikin.
Welatên mîna Amerîka, Çîn, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê ku xwedî aboriya xurt in, li dijî hev pêngavên aborî dane destpêkirin.
Nexasim, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyanî û biryarên tund, vî şerî gûr dike.
Di vê dema dawiyê de de gefên pêkanînên aborî li gelek welatan dixwe û li dijî Yekîtiya Ewropa û Çînê dest bi sepandina bacên gumrukê kiriye.
Amerîkayê ji sedî 104 baca gumrukê danî ser berhemên Çînê
Bacên gumrukê yên li dijî bi dehan welatan roja çarşemê dest pê kirin.
Baca herî mezin jî ji para hevrikê Amerîkayê yê aboriyê, Çîn e.
Baca gumrukê ku li ser berhemên Çînê hate pêkanîn ji sedî 54 gihişte ji sedî 104.
Trump bi van gavên xwe hewl dide aboriya Amerîkayê ji nû ve geş bike.
Wî doh roja sêşemê îdia kir ku Amerîka ji van bacên gumrukê rojê 2 mîlyar dolar bi dest dixe.
çînê ji sedî 84 baca gumrukê ya li ser berhemên Amerîkayê zêde kir
Li hemberî vê bîryara Amerîkayê Çînê jî gaveke din avêt.
Bi gurrbûna şerê bazirganiyê û bandora wê ya li ser bazarê bi rêjeya ji sedî 84 baca gumrukê ya li ser berhemên Amerîkayê zêde kir.
Hate diyarkirin wê ev bîryar ji 10’ê Nîsanê û pê de bikeve meriyetê.
DYA ji sedî 20 baca gumrukê li ser berhemên yekîtiya Ewropayê pêk anî
Beriya niha jî Serokê Amerîkayê li ser Yekîtiya Ewropayê jî ji sedî 20 baca gumrukê pêk anîbû.
Ev bîryar îro ango 9’ê Nîsanê ket piratîkê.
Hate diyarkirin ev bîryar wê 380 mîlyar euro bandorê li berhemên Ewropayê bike.
Yekîtiya Ewropayê jî berazîbûn nîşan dabû û ragihandibû ku ew ê bersiva vê yekê bidin.



