Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hejmara kesên ku li Perava Sûriyê hatine kuştin bû hezar û 676 kes.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku wê navên 17 welatiyan di nav de 4 jin ku li Banyasê hatibûn kuştin, belge kirin.
Tevî wan 17 navên hatine belgekirin, hejmara giştî ya qurbaniyên bi nav hatine belgekirin gihîşt hezar û 676 kesan.
Ew kes ji destpêka meha borî heta 9’ê Nîsanê ve hatin kuştin.
Her wiha bi hezaran windahî û bi sedan cenaze li nexweşxaneyên Laziqiyê û bajarên din ên peravê mane.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku sûcên kuştin, talankirin, revandin û diziyên li perava Sûriyê ranewestiyane û tu kes sûcdaran ceza nake.
Girêdayî wê, serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye Şêx Xezal banga destwerdaneke navneteweyî ya lezgîn kir ku kuştin û revandina li perava Sûriyê were rawestandin.



