Bi wesîleya rojbûna 76’an a Rêber Apo li Londonê, bi sernavê ‘Xwendina Abdullah Ocalan’ çalakiyek hate lidarxistin.
Nivîskar Îlham Bakir di çalakiyê de anî ziman ku Kurd nûnertiya serhildana Rojhilata Navîn dikin û got ku pêşeng û hêza fikrî ya vê serhildanê jî Rêber Apo ye.
Îlham Bakir diyar kir ku di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de xwendina Rêber Apo girîng e û got:
“Dema mirov bala xwe dide şer, komkujî û kuştinên li Rojhilata Navîn, ji bo rizgariya Rojhilata Navîn ji dojehê paradîgma û pêşniyarên Rêber Apo yên ji bo avakirina jiyaneke pirrengî ya demokratîk gelekî girîng e.”
Girîng e Rêber Apo bê xwendin, pêşniyarên wî rast bêne fêhmkirin, bi cih bîne anîn.
Lewma divê ev karê xwendinê bê xurtkirin û fikrên Rêber Apo bêne nîqaşkirin.”



