Koçberên ji kantonên Efrîn û Şehbayê li ser dagirkirina axa wan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk aivîn.
Koçberan destnîşan kirin ku hebûna çeteyên Tirkiyê li Efrînê li pêşiya vegera wan asteng e.
Koçbera ji Efrînê Sûzan Zenûb ya ku niha li kantona Tebqayê di kampekê de dimîne got:
“Heta ku dewleta Tirk a qirker axa me dagir bike, rê li vegera me bigire, em nikarin behsa aştiyeke rast bikin. ”
Koçbera bi navê Roşîn Omer jî ragihand ku malên wan li Efrînê di bin dagirkeriya çeteyên girêdayî Tirkiyê ne.
Roşîn Omer bang li rêxistinên navneteweyî û saziyên mafên mirovan kir ku bi awayekî rasteqîn bikevin nava liv û tevgerê.
Koçberê ji bajarê Cindirêsê Silêman Reşo jî diyar kir ku dewleta Tirk sedema sereke ya berdewamiya aloiyê li Sûriyê ye û got:
“Divê hesab ji sûcdaran were xwestin da ku em bê tirs vegerin cih û warên xwe.”



