Sibê salvegera 32. ya Dayika Rêber Apo dayê Uveyş e. Dayê Uveyş wê li ser gora xwe ya li gundê Amarayê were bibîranîn.
Rêber Apo ku gelek caran qala têkoşîn û serhildêriya dayê Uveyşê dike dibêje, “Ewladbûna hêjayî dayikê afirandina nirxan a ji bo Kurdistanê ye.”
Sibe 32’emîn salvegera wefata dayê Uveyş Ocalan e.
Biranîna wefata wê bi awayek girseyî bê çêkirin. Dayê Uveyş wê li ser gora xwe ya li gundê Amarayê bê bibîranîn.
Dayê Uveyş Ocalan di 26’ê Mijdara 1918’an de li gundê Erehê yê navçeya Xelfetiyê ya bajarê Rihayê ji dayik bû.
Dayê Uveyş, di sala 1991’ê de demeke kurt beriya wefata xwe li bajarê Enqerê beşdarî kongreya Partiya Kedê ya Gelan (HEP) bû.
Dayê Uveyş Ocalan, demeke kin piştî vê kongreyê nexweş ket. Nexweşiya wê ya şekir giran bû û li Edenê rakirin nexweşxaneyê û lingekî wê jê hate kirin.
Di 11’ê Nîsana 1993’yan de jî ji bo derman bibe dîsa çû Edenê û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê wê li Amarayê bi beşdariya hezaran kesan li rex hevjînê wê Omer Ocalan hate definkirin.
Dayê Uveyş Ocalan, herî dawî Rêber Apo dema Bavê Rêber Apo Omer Ocalan di 17’ê Mijdara 1975’an de jiyana xwe ji dest dayî dibîne.
Heta jiyana xwe ji dest dide jî daxwaza wê ya herî mezin dîtina Rêber Apo bû. Lê bêyî bibîne wefat kir.
Rêber Apo gelek caran qala têkoşîn û serhildêriya dayê Uveyşê dike. Dîsa Rêber derbarê pêwendiyên xwe û dayika xwe Uveyşê dike û wiha dibêje,
“Tevî ku min hinek pere qezenc dikir jî min tu caran negot ez ê ji dayika xwe re diyariyekê bikirim.
Dibe ku ev bi xweşiya wê neçûbe lê belê li gorî min divê ewladbûn cuda bûya.
Ez dibe ku ewladekî weke wan dixwest nebûm lê ji bo ku bi awayekî cuda bibim ewladekî baş jî lêgerînên min hebûn.
Li gorî min, ewladbûna hêjayî dayikê; şer, fikirîn û afirandina nirxan a ji bo Kurdistanê bû.
Tevî nakokî û rageşiyan jî ewladekî baş bi vî awayî pêkan e. Yanî me gavekî mezin avêt. Me ew têkiliya di navbera dayik û zarok de ku tune dibû, veguherand têkiliya welat, welatparêzî û xakê. Ev jî bû têkiliya herî watedar û pîroz.”



