Şêniyên kantona Firatê bi merasîmekê endamê Hêzên Asayişê Ebdurehman Omer oxir kir.
Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û endamê Hêzên Asayişê Ebdurehman Omer ku duh di encama krîza dil de li Kobanê şehîd bûbû, îro jî li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê oxir kir.
Di merasîmê de ji Rêveberiya Polîsan a Trafîkê Emîra Ehmed sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Emîrayê got: “Şehîd Ebdurehman li Efrînê kar û xebata xwe dida meşandin, wî tu carî berxwedana xwe ranewestand û dema hate Kobanê dîsa li vir jî da meşandin.
Şehîd Ebdurehman kêlî bi kêlî di nava berxwedan û têkoşîna de bû.”
Endamê Komîteya Perwerdê ya Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî Ehmed Mûsa jî got:
“Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin û em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin.”
Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.



