Di van demên dawiyê de, gelek di nava welatiyan de behsa mijarekî girîng dihat kirin.
Wan digot ku hinek endamên Asayîşê li ser bendên kontrolê, bertîlan ji xelkê distînin û bi rengekî ne baş nêzîkî wan dibin.Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê îro daxuyaniyek da û ragihand ku endamên wan ên bertîl digirtin, hatine girtin û dê werin cezakirin.
Asayîşê got ku ev tiştên hatine kirin dûrî exlaqên wan e û dê rê nedin van kesên qelp ku keda gel û şehîdan vala derxin.
Fermandariya Asayîşê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hin endamên wan yên derçandî û exlaqên wan pê li çand û exlaqên civakê dikin û li ser nuqte û bendên kontrolê bnertîl û bi rengekî ne baş danûstandin bi welatiyan re dikirin.
Asayîşê eşkere kir ku ev kesayetên qelp û bê îrade hatine girtin û dê ji hêla aliyên pêwendîdar ve werin cezakirin.
Fermandariya Asayîşê got ku sîstema serdest ev çand dûrî exlaq di belav kirine û bandoreke neyînî li herêma Rêveberiya Xweser jî kiriye.
Lewra, ji ber ku ew jî beşekî van saziyan e, wê li hember van tevgeran bisekinin û li dû pêkanîna parastin û avakirina kesayetên birêkûpêk bin.
Asayîşê bang li gel kir ku eger tevgereke bi vî rengî bibînin bila yekser bi rêya hejmarên gerim wan agahdar bikin an jî berê xwe bidin navendên wan nêzîk da ku ew kes werin girtin û cezakirin.



