Meclisa Demokratîk a Gelan di civîna xwe ya asayî de pêşniyara avakirina Nivîsgeha Komeleyên Niştecihbûnê ku girêdayî Yekitiya Şaredariyan be û hilbijartina hevserokên Yekitiya Şaredariyan erê kirin.
Meclisa Demokratîk a Gelan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya 112’an li hola civînan a li kantona Reqayê li dar xist. Endamên Meclisa Demokratîk a Gelan, hevserokên meclisên û endamên wê û hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd beşdarî civînê bûn.
Di civînê de hin guhertinên zimanî di qanûna budçeyên giştî ya ku di 10’ê Adarê de hatibû derxistin, hatin çêkirin.
Piştre pêşniyarên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin xwendin. Ji pêşniyaran;
Astêr Antwan Murad û Mihemed El Xedir bibin hevserokên Yekitiya Şaredariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebû.
Pêşniyar ji aliyê endamên meclisê ve hat erêkirin.
Her wiha pêşniyara avakirina Nivîsgeha Komeleyên Niştecihbûnê ku girêdayî Yekitiya Şaredariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê be hat erêkirin.
Pêşniyara tevlêkirina endamên Yekitiya Şaredariyan ji bo Meclisa Demokratîk a Gelan jî hat erêkirin.
Ji pêşniyarên Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Firatê; Bozan Mihemed Xelîl bibe endamekî Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Firatê jî hebû.
Ev pêşniyar jî hat erêkirin.
Di endamên nû yên Meclisa Demokratîk a Gelan a hevserokên Yekitiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sond xwar.



