Şêniyên kantona Cizîrê cenazeyê Şêx Dawûd Bedran li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî spart axê.
Şêniyên kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl, meclis, Hêzên Asayîşê û partiyên siyasî cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şêx Dawûd ku 7’ê Nîsanê ji ber krîza mêjî şehîd bûbû, li Parewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê spart axê.
Karwanê cenaze ku ji bajarê Dirbêsiyê bi rê ket, li Pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî ji aliyê girseyeke mezin ve hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîm de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Hesen Elî axivî.
Hesen Elî di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:
“Şehîd Şêx Dawud ne tenê şervanek bû, lê di pêkanîna pîvanên şoreşê û parastinna gel û welat de pêşeng bû.
Em ê têkoşîna şehîdan bidomînin heya ku armancên wan pêk bînin.”
Ji dermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Omran Orkêş jî jî axivî û li ser jiyana şehîd Şêx Dawud wiha got:
“Şehîd Şêx Dawud xwedî li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derket û zarokên xwe li ser ramanên wî belav kir.
Ji kesên pêşîn bû ku tev li şoreşê bû û ji bi hezaran şervanan re bibû îlham.
Soz dabû û heya nefesa dawî li ser soza xwe ma.”
Kurê şehîd Şêx Dawûd, Mihemed Şêx Dawud bi navê malbata şehîd axivî û diyar kir ku dê têkoşîna bavê xwe berdewam bike.
Her wiha got: “Em zarokên vî welatê ne, em ê ala bavê xwe û hemû şehîdan hildin.
Em soz didin hemû şehîdan ku em ê wefadarên meşa wan bin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Şêx Dawûd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat definkirin.



