Rejima Îranê bêyî ku agahiyê bide malbatên wan, 5 girtiyên siyasî ên din bi darve kir.
Ji destpêka salê û vir ve li Îranê herî kêm 245 kes hatin darvekirin.
Rejima Îranê ku cezayê darvekirinê wekî çek û amûrekî zextê li dijî gelên Îranê bikar tîne, 5 kesên din bi darvekirin.
Rêxistina Mafên Mirovan Îranê (ÎHR) ku navenda wê li Norwêcê ye, bi daxuyaniyekê ragihandin roja Çarşemê li girtîgeha Wekîlabad a li bajarê Meşhed ê, 5 kes hatin bidarvekirin.
Lê qet agahî nedane malbatên wan.
Rêvebirê rêxistinê Mehmûd Emirî Muqedem ragihand girtiyên siyasî hatin êşkencekirin û bi rengekî ne adil hatin darizandin.
Li gorî daxuyaniyê, 4 ji van kesan endamên civateke Misilman a Sûnî bûn û kesê 5’emîn jî Şîa bû.
Îran li cîhanê piştî Çînê welatê duyemîne ku cezayê bidarvekirinê herî zêde pêk tîne.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Îranê ji destpêka salê ve herî kêm 245 kes hatin darvekirin.
Hêjayî gotinê ye sala borî jî 975 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin.
Her du Jinên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî di bin zexta îdamê de ne
Hê jî sedan girtî cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn dibe ku her gavê werin darvekirin.
2 jinên Kurd yên şoreşger Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî jî di bin gef û zexta bidarvekirinê de tên girtin.
Ev her du jinên Kurd bi tawanbariyên bê bingeh ên rejima Îranê hatine cezakirin.



