Zêdeyî çil roj bi ser banga dîrokî ya bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo re derbas bûn.
Lê ji hêla dewlet û desthilata Tirkiyê de heta niha bersiveke erênî ji bo vê bangê nehatiye dayîn û gav nehatiye avêtin.
Şandeya Îmraliyê îro cara yekem bi Serokkomariyê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan re civiyan.
Civîn li Qesra Serokkomariyê ya Enqerê saet 13:30’an de dest pê kir. Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê de Sirri Sureya Onder û Perwîn Bûldan cih girtin.
Di hevdîtinê de ku saetek û nîv dewam kir, Serokê rêxistina îstixbarê ya Tirk MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala amade bûn.
Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin erênî derbas bû û hêviya me mezintir e
Piştî hevdîtinê Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureya Onder daxuyaniyek kurt da û got,
“Hevdîtin erênî derbas bû. Hêviya me mezintir e.”
Endama Şandeya Îmraliyê Perwîn Bûldan jî got, “Hevdîtin baş bû, pêvajo baş bi pêş de diçe.”
Tê payîn ku DEM Partî têkildarî hevdîtinê di saetên pêş de daxuyaniyeke nivîskî bide.



