Xelatgirên “Xelatên Rojnamevanên Serkeftî yên Sala 2024” ku her sal ji aliyê Cemiyeta Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) ve tê lidarxistin, bi merasîmekê xelatên xwe girtin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di merasîmê de axivî û got “Em ê Tirkiyeke ku rojnamevan lê neyên qetilkirin û neyên girtin ava bikin.”
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew zextên li ser rojnamevanên muxalîf qebûl nakin û got:
“Em spasiyên xwe pêşkêşî kedkarên Çapemeniya Azad dikin.
Em rojnamevanên ku dema peywira xwe bi cih dianîn jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tinîm.
Em soz didin wan; wê careke din pênûs, berçavk û klavye neyên şikandin.
Bi hêviya ku em bi hev re Tirkiyeke demokratîk, Çapemeniya Azad bi awayekî azad û demokratîk pîşeya xwe pêk bîne, ava bikin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî diyar kir ku Tîmur Soykan ji ber hatiye binçavkirin nikare xelata wergire û got: “Heta roja ku hemû rojnamevanên li vî welatî bi awayekî azad karibin pîşeya xwe bikin, em ê têkoşîna hevpar bidomînin.”
Piştre xelatên rojnamevanan hatin dayin.


