Serokê YNK’ê Bafil Telebanî li Bexda bi Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Hevpeymana Feteh Hadî Amîrî û Serokê Hevpeymana Ezim Mûsa Sameranî re civiya.
Destpêkê Talebanî li gel Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd re civiya û derbarê dosyaya siyasî, aborî, ewlehî li ser asta herêmê û welat nîqaş kirin.
Dîsa nirxandin li ser girêdanbûna mijarên hevpar ên li ser li hevkirin weke projeyên niştîmanî.
Piştre serokê YNK’ê Bafil Talebanî li gel Serokê Hevpeymana Feteh Hadî Amîrî civiya.
Di civînê de her du aliyan nêrînên xwe yên derbarê çareserkirina pirsgirêkên navbera herêmê û Bexdayê anîn ziman ku li gorî destûr û mafê hemû aliyek paristî be.
Talabanî di çarçoveya hevdîtinan de li gel Serokê Hevpeymana Ezim Mûsa Sameranî jî civiya.
Di civîna navbera herdu aliyan de li ser ji bo avakirina jîngeheke guncaw ji bo lidarxistina hilbijartinên dadperwerane nêrînên xwe anîn ziman.
Her wiha bal kişand ku divê mafê hemû pêkhateyên li Iraqê paristî be û di navbera wan de deriyê gotûbêjê hebe.



