Çiyayên Cûdî û Gabarê jî di nav de li Şirnexê têketin û derketina 11 herêman hate qedexekirin.
Çiyayên Cûdî û Gabarê jî di nav de Walîtiya Şirnexê 11 herêm weke “Herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand û têketin û derketina van herêman qedexe kir.
Herêmên hatine qedexekirin girêdayî navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê ne.
Qedexe ji 12’ê Nîsanê ve dest pê dike û dê heta 26’ê Nîsanê bidome.
Ev herêmên ku xwezaya wan tên talankirin, bi sala ye tên qedexekirin.
Herêmên hatine qedexekirin ev in:
“Herêma Bestayê, çiyayên Cûdî, Gabar, Kela Memê, Kurt, Berê Derya, Mehrî, Textêreş, Kato Jîrka, Kato Marunîs û herêma Dulê.”



