Kongra Star dayika Rêber Abdullah Ocalan dayê Uweyş bi bîr anî.
Kongra Star diyar kir ku em dayikên Kurd û hemû dayikên ku li dijî neheqiyê li ber xwe didin silav dikin.”
Kongra Star di salvegera wefata dayika Rêber Abdullah Ocalan dayika Uweyş de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:
“Dayê Uweyş di jiyana xwe de sebra jinên Kurd a li hemberî koçberî, zext û bêderfetiyê jiyanî kir.
Ji aliyekê ve bû şahida zindî ya êş û azarên gelê xwe, ji aliyê din ve jî li hember rewşên dijwar ên siyasî û civakî helwesteke domdar nîşan da.
Wê ji mala xwe rêberek pêşkêş kir ku bi milyonan mirovan di têkoşîna azadî û demokrasiyê de îlham jê girt.”
Kongra Star da zanîn ku em hemû dayikên Kurd û hemû dayikên ku li dijî neheqiyê li ber xwe didin silav dikin.
Her wiha em soza xwe ya ji bo nirxên azadî, edalet û aştiyê û piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna gelên bindest teqez dikin.



