Duyemîn karwanê alîkariyên mirovî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi peravên Sûriyê ve bi rê ket.
Di vî karwanî de nêzîkî 14 hezar selikên xwarin û tendirustiyê ji bo şêniyên Elewî yên Berava Sûrî re hatin şandin.
Heyva Sor a Kurd duh, ragihand ku ew ê kerwanê duyemîn yê alîkariyên mirovî bo peravên Sûriyê bişînin .
Karwanê duyemîn îro danê sibê ji bajarê Qamişlo yê girêdayî kantona Cizîrê derket.
Nêzî 14 hezar selikên xwarin û tenduristiyê û her wiha hejmareke ton ji ard hebûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Heyva Sor a Kurd di 17ê Adarê de, jî karwanekî alîkariyên lojestîk ji 10,000 selikên xwarinê ji sivîlên li peravê re birin.



