Di demekê de ku çareserkirina dosiyaya Sûriyê li ser maseya Navneteweyî ye, koçber jî hêviyên wan geş dibin ku vegerin malên xwe.
Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed anî ziman ku şertê vegera ewle ya li Efrîn û Şehbayê derketina çeteyan ji wan herêman û garantîkirina jîngeheke ewle ye.
Şêxmûs Ehmed pêşniyar kir ku ji bo şopandina vegera koçberan jî komîteyeke sêalî bê avakirin.
Ev demeke mijara vegera koçberên Sûriyê ketiye rojevê.
Helbet daxwaza pêşî û sereke ya koçberan vegera li ser mal û milkên xwe ye.
Rêveberiya Xweser 23’yê Çileyê biryarek ji bo hêsankirin û piştevaniya vegera niştecihên li kampên herêmên Rêveberiya Xweser dabû.
Şêxmûs Ehmed: Şertê vegera koçberan derketina dagirkeran e
Der barê mijarê de Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed ji Ajansa ANHA’yê re axivî.
Şêxmûs Ehmed Rêveberiya Xweser piştî biryara 23’yê Çileyê bang li Neteweyên Yekbûyî û Komîseriya Kar û Barên Koçberan, her wiha desthilata Şamê kir ku vegera koçberên ji kantona Efrîn-Şehba, Girê Spî û Serêkaniyê hêsan bikin.
Her wiha Ehmed anî ziman ku şertê vegera koçberan, ew e ku hem artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hem jî kesên ku li wir hatine bicihkirin ji herêmên wan derkevin.
“Ji bo vegera koçberan pêwîstî bi kometeyeke kordînasyonê heye”
Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan eşkera kir ku her tim hemahengî bi Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY’yê re heye û pêşniyar kir ku komîteyeke sêalî ji Rêveberiya Xweser, komîseriya NY’yê û nûnerên desthilata Şamê were avakirin da ku vegera ewle ya koçberan bişopîne.
Ehmed destnîşan kir ku Komîseriya Kar û Barên Koçberan (UNHCR) lêkolînek li ser koçberên Efrîn, Şehba, Tebqa û Reqayê kirine da ku daxwaza wan a ji bo vegerê binirxîne.
Şêxmûs Ehmed da zanîn ku hejmara koçberên ji kantona Efrîn-Şehba yên li Reqa, Tebqa û Cizîrê nêzî 20 hezar e.
Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got:
Ew hêvî dkin ku ji destpêkirina pêvajoyeke nû ya ber bi avakirina Sûriyeya siberojê ve pirsgirêkên koçberan û penaberan werin çareserkirin.



