Zanîngeha Rojava rê ji karmendên Rêveberiya Xweser re vedike ku xwendina xwe temam bikin.
Îro zanîngehê bi daxuyaniyekê raghand ku ji bo pêşwazîkirina xwendekarên karmend wan deriyê tomarkirinê vekiriye.
Piştî Zanîngeha Kobanê û Şerq îro zanîngeha Rojava jî bi daxuyaniyekê mafê temamkirina xwendinê da.
Zanîngehê diyar kir ku ew Ji bo xwendekarên di dema şoreşê de dev ji xwendina xwe berdane , bernameyeke xwendinê pêşkêş dikin .
Li gorî vê yekê beşên ku dê xwendekar karibin serlêdan bikin ev in:
Wêjeya Kurdî , Erdnîgarî , Mafnasî , Mamostetiya Refê , Bîrkarî
Di daxuyaniyê de şertên ji bo serlêdanê jî wiha hatine rêzkirin:
-Divê karmend bi kêmanî du salan li dezgehek Rêveberiya Xweser kar kiribe û divê niha li ser kar be.
Divê herî kêm salekê li zanîngehekê xwendibe, ev şert kesên ku li peymangehan xwendine nagire nava xwe.
Dîroka tomarkirina xwendekaran jî ji 15’ê Nîsanê (2025) û 24’ê Nîsanê hatiye diyarkirin.
Zanîngehê bang li hemû endamên Rêveberiya Xweser kir ji bo berdewamkirina xwendina xwe jinûve xwendina xwe temam bikin.



