Dayika Rêber Apo dayê Uwêş Ocalan di salvegera 32. ya wefata xwe de li ser gora xwe ya li gundê Amarayê hate bibîranîn.
Endamên malbatê, siyasetmedarên DEM Partî, endamên Tevgera Jinên Azad, dayikên aştiyê beşdarî bîranînê bûn.
Di axaftinan de qala jiyan û têkoşîna Dayê Ûweş hate kirin û hate gotin,
“Dayê Uwêş li dijî sîstema desthilatdariya mêr û li dijî zextan têkoşiya. Me di şexsê wê de hêza jina berxwedêr dît. Emê têkoşîna dayê Uwêş bi xwedî derketina li banga dîrokî ya 27’ê Sibatê berdewam bikin.”
Piştî axaftinan beşdaran gul danîn ser gora wê û piştre çûn serdana mala ku Rêber Apo lê ji dayik bûye.



