Li Deraayê ji duh bi şev de aloziyek rû dide.
Vê gavê karwanekî leşkerî yê girêdayî Desthilata Şamê li başûrê Sûriyê bi taybet li rojhilatê Deraayê bi cih bûne.
Li tenişta wê, vê gavê qedexeya derketina derve li taxên bajarê Busra El-Şam berdewam e.
Duh bi şev, piştî ku hêzên desthilata Şamê hewl da endamekî hêzeke çekdar a bi ser Ehmed El-Odê ve bigirin, şer rû da.
Di encamê de, ew çekdar bi xwe birîndar bû.
Lewra, li gelek taxên Busra El-Şam qedexeya derketina derve hat destpêkirin.
Hevdemî wê jî dengê balafirên Israîlê ji esîmanê wê herêmê dihat bihîstin.
Li tenişta wê, îro desthilata Şamê karwanekî leşkerî ber bi wê herêmê ve şandin.



