Li navçeya Xurmal ya girêdayî bajarê Helebce 7. Mihrîcana giyayên biharê hate lidarxistin û welatiyan jî eleqeyeke mezin nîşanî mihrîcanê dan.
Mihrîcana giyayên biharê û berhemên xwezayî, îro li parka giştî ya bajarokê Xurmal hate lidarxistin.
Endama komîteya amadekar ya festîvalê Rengîn Selam têkildarî festîvalê axivî û diyar kir gelek kes ji navçeyê ji bo komkirina giyayên biharê berê xwe didin deverên çiyayî û got,
“Ev der jî ji bo firotina van giyayan navendeke giringe. Gelek mêhvan ji navçeyên din serdana vir dikin. Ji BO tenduristiyê de jî başe.”



