Dayika Rêber Abdullah Ocalan, Uweyş Ocalan di salvegera 32’an a wefata xwe de libendava Tişrîn û Helebê hat bibîranîn û gotin ku “Divê em dayê Uweyş wek mînaka jina azad ji xwe re bibînin.
Nobedarên bendava Tişrînê Dayê Uweyş Ocalan û şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bi bîr anîn.
Nobedaran nimêja înê li ser bendavê kir û dua kir ku aştî û aramî li tevahiya Sûriyê pêk were.
Dayê Uweyş li Helebê hat bibîranîn
Li Helebê jî li Taxa Şêxmeqsûdê bi amadebûna bi sedan şêniyan civînek hat lidarxistin.
Li wir, taybetmendiyên rêveberiyê yên Rêber Apo anîn ziman û rola mezin a dayê Uweyş di pêşxistina van taybetmendiyan de hate vegotin.
Her wekî diyar kirin ku felsefeya Rêber Apo rê li ber şoreşeke nû vekir ku li Kurdistanê belav bûye û heya niha dewam dike.



