Li Îranê zex û gefên rêjîmê li ser çalakvan û girtiyên Siyasî dewam dikin.
Hejmara darvekirin û binçavkirinê her diçe zêdetir dibe ku ji destpêka salê û vir ve herî kêm 250 kes hatine darvekirin.
Rêjîma Îranê zext û gefên xwe li ser çalakvan û girtiyên siyasî dewam dike.
Çalakvana Îranî ku di dema salvegera şehîdkirina Jîna Emînî de hatibû binçavkirin, ji aliyê dezgeha ewlekariyê ya ser bi rejîma Îranê ve bi lêdana 30 qamçiyan hate cezakirin.
Malpera Dengê Girtiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ragihand kusiyasî Ezem Ahuqelenderî xelkê navçeya Qerdîsî ya ser bi bajarê Alburz a Îranê bi lêdana qamçiyan hate cezakirin.
Hate diyarkirin ku ji bo pêkanîna cezayê hatî dayîn divê Ezem di nava 10 rojan de xwe radestî liqa 5 ya pêkanîna cezayê dadgeriya giştî ya bajar bike.
Ezem Ahuqelenderî beriya niha ji aliyê liqa 103 ya dadgeha cezayê ya 2 a bajar ve bi lêdana 30 qamçî û dayîna milyonek û 500 hezar tîmen hatibû cezakirin.
Li Rojhilatê Kurdistan 4 kes hatin binçavkirin
Li aliyekî din jî zextên rejîma Îranê yên li ser Kurdan dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê di nava du rojên borî de, 4 welatiyên Kurd li Sine, Seqiz û Mazendera ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin.
Çavkaniyê ragihand ku her Rêbwar Erjengî, Hemîd Seîdî, Peyman Şêx Xelamî û Nerîman Rendanî bêyî fermana dadwer hatine binçavkirin, sedema binçavkirinê nehate zanîn û ji bo cihek nediyar hatine birin.
Hejmara darvekirin û binçavkirinê her diçe zêdetir dibe ku ji destpêka salê û vir ve herî kêm 250 kes hatine darvekirin.
Hêjayî gotinê ku Îran li cîhanê piştî Çînê welatê duyemîne ku cezayê bidarvekirinê herî zêde pêk tîne.



