Li bajarê Antalya ya Tirkiyê Forma Dîplomasiyê ya Antalya tê lidarxistin. Hat ragihandin civîn wê sê rojan dewam bike.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ku gelek bajarên Sûriyê dagirkirine di civînê de diyar kir ku ew naxwazin li Sûriyê bê aramî çê bibe.
Hat ragihandin zêdetirî ji 140 welatan nêzî 450 nûner beşdarî formê bibin.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di civînê de axivî û qala aramiya Sûriyê kir.
Erdoganê ku gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkiriye diyar kir ew li Sûriyê bê aramiyê naxwazin û divê kes helwesta wan ya ku dixwazin pirsgirêkan bi dan û standinan çareser bikin şaş fêm neke.
Her wiha Erdogan diyar kir ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyê di serî bi Trump û Pûtîn re, hêzênku li ser herêmê xwedî bibandorin di nava dan û standinan de ne.
Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan jî têkîldarî Xezayê got ku pir girîng e ku agirbest mayînde be.
Ferhan bal kişand ser wê yekê ku divê li Xezayê ji bo çareseriyeke siyasî ya mayînde gav bên avêtin û ev tê wateya avakirina Dewleta Filistînê di nav sînorên sala 1967’an de ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e.



