Li Xezayê bîlanço giran dibe.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê hejmara miriyan gihişt 50 hezar 912.
Wezaretê ragihand ku di 24 saetên dawî de di êrîşa Îsraîlê de 26 kes mirin û 106 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku piştî agirbest xera bû ji 18′ Adarê vir ve jî hezar û 542 kes hatine kuştin û 3 hezar û 840 kes jî birîndar bûn.
Li gor rayedarên tenduristiyê jî hîna di bin xirbeyan de mirî hene, lê ji ber astengiyên artêşa Îsraîlê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
Di 24 saetên dawî de li şerîda xezayê 26 kes mirin
Wek hurgiliyên êrîşan jî çavkaniyên tenduristiyê dibêjin malekî li bakurê Şerîda Xezayê hatiye bombebaran kirin û di encamê de kesek miriye û gelek kes jî birîndar bûne.
Li Dêr el Belahê jî di êrîşa balafirên bê mirov a Îsraîê de 2 Filîstinî hatine kuştin.
Li Xan Yunis a başûrê Şerîda Xezayê di êrîşa hewayî ya bi ser malan de jî 11 kes miriye û 2 kes jî birîndar bûne.
Her wekî li Beyt Lahiya jî di êrîşan de 12 fîlîstînî hatine kuştin.



