Li bakurê bajarê Hesekê, bi taybet li bajarokê Til Beyder cihek şûnwar yê kevin û navdar heye, ew jî berê bi navê “Nabada” dihat naskirin.
Nabada mîrnişîneke pêşketî bû û dîroka wê vedigere nêzî 3 hezar sal berî zayînê.
Rûbera cihê Til Beyder nêzî 25 hîktar e û bi şêweyê teşeya xwe balkêş û cuda ye.
Tê de qesrek û 5 perestgehên ku derdora wan 2 sûrên parastinê û 4 deriyên sereke hebûn, hatin vedîtin.
Ev şûnwar asta pêşketî ya rêxistinkirina sivîl û olî ya wê demê diyar dikin.
Di ser vî cihî re gelek şaristaniyên wekî Mîtanî û Aşûriyan derbas bûne, di serdena Helnestî re jî derbas bû.
Lê belê serdema ku tê de Nabada di astên herî bilind ên pêşketinê de bû, berî nêzî 3 hezar salan bû.
Wê demê ew navendeke rêveberî û bazirganî ya girîng a girêdayî mîrnişîna Êbla bû.
Til Beyder yek ji zêdetirî hezar cihên şûnwaran ên kantona Cizîrê ye.
Ev jî kevnariya dîrok û şaristaniyên ku li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide.



