Ofîsa Çapemeniyê ya Serokomariya Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Faîq Zêdan bi hev re civyane.
Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokomariya Iraqê, de wiha hate gotin:
“Serokomar Ebdulletîf Cemal Reşîd, Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê, Hakim Faîq Zêdan qebûl kir.
Herwiha di hevdîtinê de, rêyên zêdekirina hevkariyê di navbera rêveberî û dadweriyê de ji bo dabînkirina edaletê û xurtkirina pergala qanûnî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.”
Hate gotin ku di hevdîtinê de mekanîzmayên ji bo piştgiriya serxwebûna dadweriyê û pêşxistina xebatên dadgehê ji bo pêkanîna edaletê û zêdekirina baweriya welatiyên li pergala dadweriyê jî hatin nîqaşkirin.



