Serdozgeriya Komarê ya Parîsê doza ku ji aliyê Kombenda Fransî-Ewlewî ve li dijî 3 rayedarên desthilata Şamê bi tewana komkujî û qirkirinê, pejirand.
Pêrêzerekî Fransî dozeke ku ji aliyê Kombenda Fransî-Elewî ve hatiye verin, radestî Serdozgeriya Komarê ya Parîsê li Fransayê kir.
Her wiha dozgeriyê jî ev doz pejirand.
Doz li dijî çend wezîrên desthilata Şamê hatiyee vekirin.
Ji wan Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra, Wezîrê Karên Hundirîn Enes Xetab û serkirdeyê leşkerî yê bi navê Mihemed El Casim (Ebû Emşa) ye.
Di dozê de ev kesên naborî bi tewana pêkanîna komkujî û qirkirinê hatine tewanbarkirin.



