Rewşenbîrên Cizîrê bang li Tirkiyê kirin ku gavên cidî biavêje û gotin:
“Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê dike.”
Rewşenbîrên ji kantona Cizîrê têkildarî Banga Dîrokî ya Rêber Apo û gavên ku divê dewleta Tirk biavêje, axivîn.
Endama Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê helbestvan Nalîn El Yûnis bi bîr xist ku ji dema Rêber Apo bang dîrokî ragihand dewleta Tirk tu gav neavêtiye û dibêje:
“Divê Dewleta Tirk êrişên xwe rawestîne.
Rêber Apo ji girtîgeha Îmraliyê azad bibe da ku ew bi xwe serkêşiya pêvajoya aştiyê bike.”
Mamoste û çalakvan Xelîl Elî jî banga aştiyê ya Rêber Apo wek “nirxekî stratejîk ne tenê ji bo Tirkiyê, di heman demê de ji bo tevahiya Rojhilata Navîn” nirxand.
Xelîl Elî destnîşan kir ku divê bendên banga Rêber Apo bi cidiyet werin pêkanîn.
Di dawiyê de Endamê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Dirbêsiyê helbestvan Omer Şêxmûs jî li ser gavên ku rêber apo û pkk’ê avêtine got:
“Rêber Apo û PKK’ê ji bo aştî û çareseriyên siyasî gelek caran bangawazî kirin.
Lê dewleta Tirkiyê heya roja îro tu bersivên cidî nedaye.
Li gorî qanûnên Tirkiye, dema dîlgirtina Rêber Apo qediya ye.
Tu hincetên qanûnî yên girtina wî nin in, divê bi lez bê berdan.



