Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekaî ragihand ku ew bi Wezîrê Karên Derve Abbas Arakçi re ji bo li Ummanê bi şandeya DYE’yê re hevdîtinê bike, bi rê ketiye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekaî li ser hesaba xwe yê medya dîjîtal ragihand ku ew hatiye paytexta Ummanê.
Îsmaîl Bekaî diyar kir ku ew bi şandeyeke ‘bi tecrube’ re ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi jî di nav de ye, çûne paytexta Umman Muskatê.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi wê ji şandeya Îranê re, Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff jî wê ji aliyê DYE’yê re serokatiyê bike.
Her wiha Îsmaîl Bekaî di parvekirina xwe de ev tişt jî got:
“Ji bo parastina otorîteya Îranê û berjewendiyên neteweyî, em bi biryar in ku hemû derfetan bi kar bînin.”



